|
kurd u kurdmanc
جمعه 14 بهمن 1390, :: 4:45 :: نويسنده : sakar Şêrko Cîhanî
Gava kû ji bo cara yekemîn min kurdên Xorasanê nas kir, ez zarok bûm. Texmîn dikim kû temenê min nêzî 10 salî bû. Ez û hejmareka din ji zarokên xwendewan a bajara Mehabadê ji rojhilatê Kurdistanê ji alîya mektebê re çûn bajarên Meşhed, Tebes, Şîrwan û Quçanê ku li rojhilatê Îranêne û nêzî sinur a dewletên Efxanistan û Turkemenstanê ne ( Vê gavê Yekyetî ya Sovyet hebû). Li vê derê ji bo 2 heftan em li ordugehekî taybet a zarokan diman kû ji hemî bajarên Îranê re bi sedan zarok hatbûn. Ji bo cara yekemîn min di jîyana xwe de li vê derê di şanoyekî komîk de rol leyst. Gelek mamosta jî hatbûn. Di nava mamostayên kû bi me re daxfîn yek hebû xelkê bajara Meşhedê bû. Berçavik di çavê wî de hebû û bejna vî bilind bû. Ew mamosta gelek ji zarokên kurda hez dikir. Germ bûna wî bi me re ji min re bû pirsyar û min jê pirsî:
- Sebeb çîye ku te ew qas ji me kurda hez dikî?
Ew got: - Ji ber kû ez jî kurdim !
Em bi bersiv a vî re şaş man. Me got: - Eger usaye çima bi me re kurdî naaxfî?
Wek her tim bi rûyekî xweş û bi ken bersiv da me û got: - Ji ber kû ez kurmacim û hun soranin. Belkî hun ji axaftinên min fêm nekin. Her çi qas ew şerme ku kurdek ji kurdekî din ji ber mesela dîyalêkt fêm neke. Em gerek hemî zarawe û dîyalêktên hevdû bizanbin. lê kurmancî ya me jî piçkek ji kurmancîya Urmîye û Amed û herêmên din a Kurdistanê cûdaye. Ji ber ku em kurmancê Xorasanê ne !
Min got: - Ma li eyalet a Xorasanê jî kurd hene?
Mamosta vê carê bi xemgînî kenî û got:
Em ew kurdin ku mexabin ji alîya kurdên Kurdistanê re hatine ji bîr kirin.
Ji bo çend deqîqe bêdeng ma. Gelek zarok di salonê de bûn ku pir cara dengê wan dihat, lê bi bêdengîya mamosta re ew jî hemî bêdeng man. Tiştek ecîb bû, rewşekî pir bi tasîr. Ken li ser lêvên mamosta bû lê di çawên wî de hêsir kom bibun. Piştî çend deqîqe bêdengî bi gotinê xwe re berdewam bû:
- Em bi sedan sale ku ji Kurdistanê re hatine koçandin. Bi sedan hezar kurd li Xorasanê dijîn. Li gelêk bajarên wek ''Şîrwan, Qûçan, Deregez, Meşhed, Tebes û ...hwd''. Gelêk sitranên me ya kurdî û gelêk efsane û hekayetan ji Kurdistanê re me bi xwe re anîye û heta roja îro me wana parastine. Me nasname ya xwe hîn hunda nekirîye. Dihol û zorna me, cilê kurdîya jinan û dîlanê kurdî her bi me reye. Em kurdin û dîrokekî me ya xweş û nexweş li ser wê axê heye. Nêzî çarset salin ku deshelatdarên Îranê bi dara zorê û ji ber ku me li Kurdşstanê li hember wan şoreş kir bû, piştî ku şoreşa me şikestin, ferman a aware bûn û koçberî ya me ber bi Xorasanê dan. Bi wî awayî şîn xistin hundrê dilê daykên me. Em bi hezaran kîlomêtir ji Kurdistanê dûr xistin û rê nedan ku em vegerin welatê xwe. Eslê me ji herêmên wek bajarên Urmîye, Xoy, Mako, Wan û cêhên cur bi cur a Kurdistanêye. lê tevî hemî şîn û nexweşîyan li Xorasanê, qehreman û mêrmezinên me jî dîsa çê bûn. Kesên wek Reşîd Xan li Xorasanê serhildane û piştî leşkerên Îranê şikestine. Dîroka me wek hemî kurdekî tijî şîn û şahîye. Komêdî û tirajêdîye. Em welatdarê bê welatin !
Dema ez vegerîyame rojhilatê Kurdistanê, min peywendî ya xwe bi wî mamostayê re ku nawê wî aniha naye bîra min û tenê dizanim ku doktor bû berdewam kir. Gelek name bo min dişand û min jî wek zarokekî ku bi nameyan pir keyfxweş dibum bersiva vî didam. Peywendî ya nêzî salekî berdewam bû, lê nizanim sebeb çi bû ku êdî name yên wî nehat.
Di heman demê de tevî ku ez zarok bûm jî, gelek caran diçume mala xalê xwe û li odeyekî mezin a mala wan de gelek kîtab hebun ku min dixwand. Hênêk ji wan kîtabane ku qet ji bîr nakim, xwendina wan li gur temen û umrê min gelek zu bû. Wek mînak kîtabek hebû ku bi nêrînekî zanistî û mêtolojîk li ser dîn û olan hatbû niwîsandin û gelek keyfa min pê dihat. Yek ji wan kîtabên din ku ez qet nikarim ji bîr bikim, kîtabekî 3 bergî bu bi nawê '' Koçberî ya dîrokî ya kurdan ber bi Xorasanê ''. Ew kîtab ji alîya niwîskarekî kurdê Xorasanê bi nawê Dr.Kelîmullah Tewehûdî hatîye niwîsandn û gelek bi nirxe. Bi rastî bo min balkêş bû. Bi taybetî ku min bi xwe jî çûbume herêma Xorasanê û bi çawê xwe ji nêzîk ve wan dît bû. Ez pir tiştan li ser kurdên Xorasanê bi rêya wê kîtabê fêr bûm. Tiştê ku Kelîmullah Tewehûdî kirîye pir balkêş û zanistîne. Ew şîîar nedaye, belkî belgeyên dîrokî kom kirîye û rastîya dîrokî ya koçberîya kurdan û jîyana wan li Xorasanê wek xwe nîşan daye. Piştî çend salan min zanî ku mexabin dewlet a mirovkuj a Îranê Kelîmulla Tewekûlî ji ber nivîsîna wê kîtabê û hejmarek kîtabê din girtîye û di zîndanê de îşkence kirîye !
Gelek sal derbaz bûn û ez bum ciwanekî nêzî bîst û çend salî. Min tevî hevalên xwe serlêdana şireşgerên kurd li çîyayên Kurdistanê dikir ku henek ji wan hîn di şoreşê dane û hejmarek ji wan jî mexabin şehîd bûn. Di serlêdanên ku min li çîyayên wek Qendîl dikir, min gelek şoreşger dîtin ku li bajarên cûr bi cûr wek Mehabad, Kirmaşan, Qamîşlo, Efrîn, Amed, Mardîn an jî Stanbûl û Konyayê hatbûn. Lê di nawa wan de min ciwanên kurdê Xorasanê jî dîtin. Ciwanên ku bi şûna rastî ya nasname, dîrok, welat û azadîya xwe re hatbûn.
Herweha di destpêka salên 2000 de li bajara ûrmîye û di rojnameyekî kurdî de, min wêneyekî pîroz kirina cejna Newrozê ji alîya kurdên Xorasanê dît ku bi rastî pir bi wî wêneyê şa bûm. Di demekî de ku pîroz kirina cejna Newrozê li hundrê rojhilatê Kurdistanê bi awayekî fermî qedexe bû û dewlet nedihêşt ku kurdan li hev bicvin û bi agir vê rojê pîroz bikin, li Xorasanê û li herêm a Deregez, bi hezaran kurd agir pê kir bûn û bi cilê kurdî û rengên kurdî û dîlanan, Newroz pîroz kir bûn.
Ez dizanim kû vegerîn a bi sedan hezar kurd li Xorasanê ber bi Kurdistanê qet nemumkîne. Kar û barê wan û her tiştê wan êdî li vê derêye. Lê girîng ewe ku ew eslê xwe û ziman û nasname ya xwe ra resen hunda nekin û bi rêya xwe bi rêxistin kirinê, li çand û nasname ya xwe zêdetir xwedî derkewin, wek çawa heta îro jî piştî sedan sal wê nasnameyê parastine. Lê ez bawerim kû gelek ji wan jî hîn dilê wan bo vegera ber bi hembêz a dayik lê dixe û dengê teyrên baz her tim di gohên wan deye. Bi taybetî ku îro radyo û TVyên asmanî ya kurdî jî li pir cêhên cîhanê b, rêya setelaytê diçe naw malan û kurdên Xorasanê jî bi rêya pencereyek usa baş ve, carek a din dikarin dîmenên welatê xwe ya dayik bibînin. U usa ciwanekî kurdê Xorasanê, hespa xeyal a xwe ya wek hespê Reşîd Xan a qehreman siwar dibe û ber bi zozanên Kurdistanê diajve. Dema firînê hatîye ne? Bazên hêsîr balên xwe vedikin dîsa...
15.04.2011
جمعه 14 بهمن 1390, :: 4:16 :: نويسنده : sakar
zimanê kurdî zimanê meye zimanê kurdî ew revşa meye
zimanê kurdî hebuna meye
eme jî hebîn heta heye
دائیک ئسترکا ناو ئاسمانه
بو هه ر برینه کی ده رمانه
ئه و حه کیمی ئیش ئو ژانه
دائیک ئسترانا ده نگ بیژانه
دائیک خه م ره وی کول ئو خه مانه
دائیک دلسوژی هه مو که سانه
دائیک هیوی ئو ئومیدی مالانه
بی دائیک مال چول ئو ویرانه
دائیک ئه وینداری زاروکانه
فه داکار ئو ر جان نساری لاوکانه
ئه وه فه رموده یی پیغه مبه رانه
کو بهه شت بن پیی دائیکانه
دائیک شعر ئو هه لبه ستا شاعرانه
دائیک گول نیرگیزا باغی ژیانه
دائیک مه حره می کچ ئو کورانه
دائیک ته سکینه یا جانی بابانه
روناهی یاته روژِی شه رمسار دکه ت
بهنا خوشه ته گولی لومه دار دکه ت
ئه وینا ته هه مویا ئه ویندار دکه ت
هه سکرنا ته ئه ولادا ده ین داردکه ت
www.wlate-kurdan.blogspot.com جمعه 14 بهمن 1390برچسب:کرد اصالت عاشقی, :: 3:55 :: نويسنده : sakar کرد یعنی یک اصالت ناب ... ناب
کرد یعنی یک سوال بی جواب
کرد یعنی منصور بر دار باش
مرگ را در آغوش و بیدار باش
کرد یعنی گریه های تا خدا
کرد یعنی سوزش بی انتها
کرد یعنی صد شهید و یک مزار
کرد یعنی برکه های بی قرار
کرد یعنی مویه های انتظار
کرد یعنی سالهای بی بهار
کرد نام یک قوم از پدر
کرد یعنی عاشقی کردن تا جنون
کرد یعنی نه مذهب نه مرز
بلکه خون
کرد یعنی عاشقی کردن تا جنون
شنبه 8 بهمن 1390, :: 5:4 :: نويسنده : sakar مکان اصلی سکونت کرمانج در شهرهای و روستاهای شمال خراسان رضوی و خراسان شمالی است. شهر قوچان،شیروان، بجنورد، اسفراین، چناران و درگز از مهمترین شهرهای سکونت کرمانج است و اکثر مردم این ناحیه به لهجەی کرمانجی سخن می گویند. در کشور ترکمنستان نیز عدەی قابل توجهی به زبان کردی کرمانجی تکلم دارند که از جمله انها میتوان به شهر فیروزه اشاره کرد. از مهمترین طوایف میتوان به زعفرانلو / بیچرانلو و قاچکانلو اشاره کرد. کرمانج" که به " کرد شمال " نیز معروف است کم و بیش حدود ۷۰٪ تمام کردهای جهان را که امروزه در بیش از ۳۰ کشور جهان پراکندهاند شامل میشود . با این حال مهمترین سکونتگاههای کرمانجها عبارتند از : سراسر جنوب و بخشهایی از شرق و مناطق مرکزی ترکیه یا کردستان ترکیه، کردستان سوریه، کردستان عراق، کردستان ایران و بسیاری از کشورهای آسیای میانه و اروپا که بعضا جوامع چند صد هزار نفری کرمانجها را در خود جا دادهاند . اما یکی از مهمترین نقاط کرمانج نشین که به شواهد آمار حدود دو میلیون نفر در آن زندگی و متأسفانه به دلیل جدا بودن از دیگر نقاط تجمع کُردها کمتر مورد توجه بوده "شمال خراسان " و شمال شرقی ایران است . به لحاظ زبانی همانند ویژگیهای فیزیکی و رفتاری، کردها در تمام شاخهها شباهت بسیار دارند اما عمده تفاوت لهجههای آنان این است که به ترتیب از نقاط جنوبی به سمت شمال زبان کردی به طرف ساده تر شدن و خلاصه گویی پیش میرود . کرمانجهای خراسان نیز به تبع این تغییر با زبانی ساده تر و اختصار گراتر سخن میگویند و گر چه متأثر از زبان فارسی و عربی دخل و تصرفاتی در آن بعمل آمده، اما برای کرمانجهای دیگر نقاط جهان براحتی قابل فهم و مکالمه است . کرمانجهای خراسان به لحاظ مذهبی، تماما شیعه مذهبند. مهمترین نقاط اسکان کرمانجها در خراسان عبارتند از شهرهای : قوچان، بجنورد، اسفراین، شیروان، مشهد، چناران، درگز، کلات، آشخانه، مانه و سملقان، فاروج، باجگیران، و ... اما در مجموع حضور کرمانجها در روستاها نمود بیشتری دارد تا در شهرها چرا که اغلب آنان به مشاغلی همچون دامداری و کشاورزی مشغولند و بالطبع ناگزیر از زندگی کوچ نشینی و روستانشینی اند . مهمترین ییلاقات عشایر کرمانج شامل رشته کوههای گُلیل، هزار مسجد، آلاداغ و شاهجهان است . منبع: ویکی پیدیا کُرمانج نام بزرگترین گروه کردها است که به لهجەی کورمانجی سخن میگویند. کورمانجها در کردستان ترکیه، کوردستان سوریه، قسمت های شمالی کردستان عراق (دولت اقلیم کوردستان)، مناطق شمالی کردستان ایران، خراسان، ارمنستان، گرجستان، آذربایجان، نخجوان، لبنان و تعدادی از کشورهای شوروی سابق سکونت دارند. کورمانج ناوێ بەشێکی زێدەیه کوردانه ک به زاراوێ کورمانجی دئاختن. کورمانج ل باکوور، رۆژئاوا، باکورێن باشور و رۆژهەڵاتا کوردستانێ، خوراسان، گورجێستان، ئەرمەنستان، ئازەربایجان، لوبنان و هەنێ وڵاتێن یەکێتیا سۆڤیەت ژیان بسەر دبەن. Zaravayê kurmancî zaravayê kurdî yê ku herî zêde tê bikaranîn e. Zaravayê kurmancî li beşeke mezin ji bakurê Kurdistanê, li başûr rojavayê Kurdistanê, li bakurê Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê), li bakurê rojhilatê Kurdistanê, li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav Kurdên Qafqasyayê, li Anatoliya Navîn û li Diyazporayê (Ewropa) pê tê axaftin. آخرین مطالب آرشيو وبلاگ پیوندهای روزانه پيوندها
نويسندگان |
||
|
|